Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga derçûna xwendekarên zanîngehê dibe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bawernameyên bekaloryus, master û doktorayê dê bide xwendekaran.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 3yê Mijdara 2021ê di demjimêr 17:00ê de beşdarî ahenga derçûyên Zanîngeha Kurdistanê dibe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî vê êvarê beşdarî ahenga derçûyên Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê dibe ji bo salên xwendinê yên 2019-2020 û 2020-2021 û bawernameyên derçûyan dide.
Zanîngeha Kurdistanê ji sala 2006an ve hatiye damezrandin û 1196 xwendekar tê de perwerde dibînin, biryar e îro her du xulên derçûma 11 – 12 yên Zanîngeha Kurdistanê bawername werbigrin.