Sala bê serjimêriya giştî li Iraq û Kurdistanê tê kirin
Wezareta Plandanên ya Iraqê ji bo serjimêriyê, 120 milyar Dînar terxan kiriye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Plandanên ya Iraqê ragehand, dê saleke din li Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî were kirin.
Berdevkê Wezareta Plandanên ya Iraqê Ebdulzehra Hindawî di daxuyaniyekê de ragehand, hikûmeta Iraqê biryar daye di meha Mijdara sala 2022an dest bi serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Ebdulzehra Hindawî diyar kir jî, Wezareta Plandanên ya Iraqê ji bo serjimêriyê, 120 milyar Dînar terxan kiriye.
Destnîşan kir jî, ji bo encamdana serjimêriyê, hin test li parêzgehên wek Besra, Enbar, Kerbela û Hewlêrê hatine kirin û niha jî li Duhokê tê kirin.
Diyar kir jî, aramanc jî wam testan ew e, amêrên eliktoronî amade bikin û bizanin çi kêmanî di karûbarên hunerî de heye.