Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Îsmaîl Beşîkçî kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî xebat û têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo gelê Kurdistanê û doza rewa ya Kurdan bilind nirxand.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 6ê Mijdara 2021ê pêşwazî li sosyolog û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de xebat û têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo gelê Kurdistanê û doza rewa ya Kurdan bilind nirxand û bi pêzanînê ve bal kişand ser helwest û nivîs û berhemên Beşîkçî, ku bi rêya lêkolînên xwe ve û bi awayekî zanistî û akademîk, berevaniya mafên gelê Kurd û gelên zilmdîtî kiriye.
Îsmaîl Beşîkçî spasiya piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û tekezî li ser girîngiya xebata ji bo perwerdehî û girîngîdana bi mijarên niştimanî û çareserkirina pirsa Kurd li navçeyê bi awayekî aştiyane û dadperwerane kir.


