Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê dibistana gundê Korî li Hewlêr datîne

Kevirê binyadê yê dibistana gundê Korî li Hewlêr datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê binyadê yê dibistana gundî Korî yê Hewlêrê danî û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Di çarçoveya xizmetguzariyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro kevirê binyadê yê gundi Korî danî.

Gundê Korî, projeyeke nişticihbûnê li Hewlêrê ye, ji 3 hezar mal pêk tê û hefteya borî ji ber baran û lehiyê ziyaneke mezin dîtibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê yê dibistana gundê Korî de ragihand, hefteya borî dema wî serdana gundê Korî kiriye û ji nêzîk ve rewşa xelkê û ziyanên ku ji encama lehiyê derketine şopandiye, zarokekî li şûna hevkariyê ji malbata xwe re bixweze, daxwaza avakirina dibistanê kir. Mesrûr Barzanî got: “Me soz da wî zarokî û niha soza xwe bi cih tînin.”

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ragihand jî, di dema rabûna lehiyê de, wî pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re kir û daxwaza hevkariyê jê kir û Serokwezîrê Iraqê jî soza hevkariyê da.

Mesrûr Barzanî amaje bi rola berpirsên îdarî û xelkê kir û spasiya wan kir ku di pakkirina paşmayên lehiyê û rizgarkirina welatiyên asê mane de beşdar bûn.

Diyar kir jî, gelek ji kesên dilsoz û niştimanperwer ên Kurdistanê amadehiya xwe nîşan dan ku alîkariyê bikin, yek ji wan jî Şêx Faxir ji Grûpa Qeywan bû ku dê vê projeyê cibicî bike û bi xwebexşî pêşkêşî Wezareta Perwede bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, di vê kabîneya de, zêdetir ji 50 dibistanên nû ku 25 hezar xwendekaran li xwe digire, ji aliyê Wezareta Perwerde ve ketin xizmetê. Herwiha biryar ji bo dirustkirina 23 dibistan û dayingehên din hatiye dayîn.

Herwiha bi nêzîkbûna salvegera koça dawiyê ya parêzgar Ferset Sofî re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Wezîrê Perwerde kir ku wek dilsoziyekê ji kesên xizmeta miltê xwe kirine, dibistanek bi navê Ferset Sofî re bê vekirin.