Mesrûr Barzanî: Hewla terorkirina Kazimî bi tundî şermezar dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî hewla tirsonek a terorkirina Kazimî şermezar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da û ragihand, bi tundî hewla tirsonek a terorkirina Kazimî şermezar dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema danîna kevirê binyadê ya dibistana gundê Korî li Hewlêrê, êrîşa li ser mala Serokwezîrê Iraqê şermezar kir û got: “Em bi her awayekî piştevaniya xwe ji bo birêz Mistefa Kazimî ji bo çespandin û pêşxistina demokrasî û aramiyê li welat dubare dikin.”
Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Baxdayê îro barbangê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bûn.
Di pişt re, Mistefa Kazimî peyameke vîdyoyî belav kir û tê de ragihand ku ew û kesên ligel wî selamt in