Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Desteya Parastina Jîngehê civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku babeta jîngehparêziyêbeşeke girîng a karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Mijdara 2021ê ligel Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê Ebdulrehman Sidîq civiya.

Di civînê de, Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê kurteyek derbarê kar û çalakiyên wê desteyê pêşkêş kir û amaje bi hevahengiya ligel dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya bayexdana bi babeta jîngehparêziyê kir ku beşeke girîng a karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Tekez kir jî ku Hikûmet kar ji bo parastina jîngehê û pêşvebirina kultura jîngehparêziyê di çarçoveya standartên cîhanî de dike, bi armanca beşdarîkirina di hilmetên cîhanî yên kêmkirina gaza Karbonê û Hikûmet jî ji bo vê mebestê, pêngavên kiryarî avêtine, bi taybet di bikaranîna gazên ku li kêlgehên petrolê dişewitin û bikaranîna wan ji bo berhemanîna eliktrîkê, herwiha çareserkirina pirsgirêka zibil û gilêşê bi awayekî ku metirsiya wan li ser jîngehê kêm û sînodar be.

Di dawiyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li bihêzkirina rêkarên parastina daristanên Kurdistanê kir.

 

Fly Erbil Advertisment