Leşkergeha Tirkiyê li Neynewayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî leşkergeha "Zilîkan" a Tirkiyê li rojhilatê Mûsilê rastî êrîşeke bi mûşekan hat.

Medyaya Iraqê belav kiriye, leşkergeha Zilîkan a li sînorî parêzgeha Neynewayê û leşkerê Tirk tê de ne, bi 4 mûşekan hatiye armackirin.

Leşkergeha Zilîkan nêzîkî qezaya Başîqê ye û berê jî hatibûn armanckirin.

Medyaya Iraqê da zanîn, hêzên ewlehiyê, jêdera ku mûşek jê ve hatine avêtin dîtin ku li nêzîkî gundên Baybug û Tel Yabis yên li devera El-Şellalat, li bakurê rojhilatê Mûsilê ye.

Destnîşan kir jî, hêzên ewlehiyê 5 sekoyên avêtina mûşekan li wê deverê dîtin.