Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mezin Şêwermendê Leşkerî yê Brîtanyayê kir
Mezin Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtyanî pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştevaniya li Herêma Kurdistanê nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Mihdara 2021ê pêşwazî li Mezin Şêwermendê Leşkerî yê Brîtanyayê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya Marşal Sammy Sampson kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêwendiyên dualî hatin guftûgokirin.
Her du aliyan êrîşa teroristî ya li ser cihê rûniştina Serokwezîrê Iraqa Federalî bi tundî şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo parastina aramiya rewşa Iraqê û ezmûna demokrasiyê dubare kirin.
Mezin Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtyanî amaje bi girîngiya pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê wek faktereke aramiyê li navçeyê kir û pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştevaniya li Herêma Kurdistanê û bi taybet Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de nîşan da.
Serokwezîrê Hêrêma Kurdistanê spasiya piştevaniya berdewam a Brîtanya û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir û tekezî li girîngiya parastina aramiyê û pêşxistina proseya siyasî ya Iraqê bi riya pêkanîna hikûmeteke giştgîr kir ku xizmeta hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê bike.