Şanda PDKê serdana Encûmena Bilind a Dadweriyê li Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 8ê Mijdara 2021ê bi serokatiya Huşyar Zêbarî, serdana Encûmena Bilind a Dadweriyê li Iraqê kir.
Şanda PDKê ji aliyê Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayiq Zîdan ve pêşwazî lê hate kirin, Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd û Serokê Serdozgeriya Giştî Nicim Ebdulla Meşhedanî jî amade bûn.
Di hevdîtinê de, şanda PDKê ligel Encûmena Dadweriyê rêkar û rola dadgehan di dosya hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê li gor destûr û yasa de guftûgo kirin.