Encûmena Asayîşa Navdewletî hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê şermezar kir
"Divê lêpirsîn li ser rêkxer û piştevan û çavdêrên vê kiryara terorî were kirin."
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Navdewletî îro duşemê hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de 15 endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihand; bi awayê herî tund, êrîşkirina ser mala Mistefa Kazimî şermezar dikin.
Herwiha hat diyarkirin ku divê lêpirsîn li ser rêkxer û piştevan û çavdêrên vê kiryara terorî were kirin û kesên vê yekê kirine, werin dadgehîkirin.
Roja yekşemê 7ê Mijdara 2021ê bi rêya firokeyeke bêfirokevan, êrîşî ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin.
Êrîş û hewla kuştina Mistefa Kazimî li ser asta navxwe û navdewletî karvendanên mezin li pey xwe anî û hat şermezarkirin.