Di êrîşeke Îsraîlê de 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, 2 leşkerên wan di encama êrîşeke nû ya Îsraîlê li ser naverast û rojavayê Sûriyê de birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) belav kir, sîstema berevaniya asmanî duhî demjimêr 19:16, rûbirûyî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li ser hin xalên li naverast û rojavayê Sûriyê bû û piraniya mûşekan têk birin.

Jêderekî leşkerî ji SANA re diyar kir, di encama êrîşê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn û hin ziyanên madî çêbûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê êrîşî firokxaneya Şi’îrat li başûrê Humsê kir ku hêzên ser bi Îranê ve lê hene.

Di salên borî de, Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne û navendên artêşa Sûriyê, bi taybetî navendên Îranî û Hizbullaha Lubnanî kirine armanc.

Roja 13 meha borî jî, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li nêzîk Tedmurê de, leşkerekî artêşa Sûriyê kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.