Li Qamişlo teqînekê rûda

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê firokeyeke bêfirokevan otomobîlek kire armanc.

Qamişlo
Qamişlo

Hewlêr (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê firokeyeke bêfirokevan otomobîlek kire armanc. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê li taxa Hilêliye ya bajarê Qamişlo otomobîlek bû armanca firokeyeke bêfirokevan û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Saziya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku îhtîmaleke mezin ew otomobîleke leşkerî ye.

SOHR hewiha diyar dike; di nav otomobîlê de ku encama teqînê de agir pê ketibû, 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dan.