Tirkiye îdiayên veguhestina koçberan bo Belarusê red dike

Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (THY) îdiayên birina koçberên neyasayî bi rêya balafirên xwe bo Belarusê, red kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (THY) li ser îdiayên birina koçberên neyasayî bi rêya balafirên xwe bo Belarusê ragihand ku di hinek medyayên navdewletî de tê îdiakirin ku Saziya Geştên Esmanî di geştên xwe yên bo Belarusê de zemînekê bo koçberên neyasayî pêk tîne, "ev nûçeyên ku di medyayê de hatine belavkirin ne rast in".

THY li ser îdia û nûçeyên  ku dibêjin balafirên ser bi saziya wan ve di geştên xwe yên bo Belarusê de koçberan bi awayekî neyasayî dibin wî welatî, daxuyaniyek belav kir û tekez kir ku ew îdia ne rast in.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em di geştên xwe yên bo 4 aliyên cîhanê de ligel otorîteyên navdewletî di nav hevahengiyê de ne û hemû hesasiyetên ewlehî li ber çavan digirin û geştên xwe di vê çarçoveyê de dikin.  Ev nûçeyên ku di medyayê de hatine belav kirin ne rast in.”

Di çend nûçeyên ku di medya Almanya de hatine belavkirin hatibû gotin ku koçberên ku diçin Belarusê ji bajarên Moskow, Stenbol, Antalya û Şamê diçin bajarê Mînsk ê Belarusê û ji wir jî bi rêya karbidestên Belarusê bo sînorê Polandê tên veguhastin.

Ev demek e bi sedan koçber ku piraniya wan koçberên Kurd in ji bo ku xwe bigihînin welatên Ewropayê diçin welatê Belarusê. Duh 8ê Mijdara 2021ê beşeke zêde ya wan koçberan li ser banga di torên civakî de hatibûn ba hev û ber bi sînorê Polanda ve bi rê ketin û xwestibûn ji wî sînorî derbas bibin. Lê hêzên Polandê sînor li ber wan girtibû û zêdeyî 12 hezar leşkeran li ser sînor bicihkiribûn.