Li Tirkiye û Bakur qeyrana peydanebûna dermanan kûrtir dibe
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana peydanebûna demanan her diçe, kûrtir dibe. Dermanxane radigînin ku niha 645 cure derman nayên peydakirin û her roj jî hêjmara dermanên nayên peydakirin jî zêde dibin. Demanvan balê dikşînin ku welatî wan tawanbar dikin û dermanên gelek reçeteyan nikarin, bicîh bikin.
Dermanvan bi daxuyaniyan radigihînin ku kêmtirîn 645 cureyên dermanan nikarin peyda bikin û di nav wan dermana de, dermanên zarûrî yên wek nexweşînên sermayê, nexweşînên zarokan, antîbyotîk, dermanên kêşeyên nefesê û dermanên nexweşînên jinan jî hene. Dîsa bal tê kişandin ku kompayayên dermanan, bi hêncetên cuda dibêjin derman tunene.
Endamê Rêvebiriya Jûra Yekîtîya Dermanvanan yê Diyarbekirê Memdûh Şener radigihîne ku ew heta niha dizanin ku 645 cure derman nayên peyda kirin, lê her diçe ew cure zêde dibin û rayedaran jî xwe li hember vê kêşeyên bê deng kiriye. Şener anî ziman ku zaxwaza wan ew e ku ev kêşe demildest bê çareser kirin.
Dermanvan Memdûh Şener ji K24ê re got: “Me di lêkolînên xwe de piştrast kiriye ku niha 645 cure derman nayên peyda kirin ku ew hêjmar her diçe jî zêde dibin. Ew dermanên ku nayên peyda kirin jî zêdetir yên ku ji bo tewdawî û tenduristiyê zarûrî ne. Em ji depoyên dermanan dipirsin, dibêjin kompanya hilberîn rawestandiye. Konpanyayê dermanan jî radigihînin ku di pandemiyê de, gelek derman di destên wan de mane û îsal jî hilberîn, li gor pêwistiya ku zêdebuye nehatiye kirin, dîsa bilindbûyÎna nirxê dovîz jî wek sedemekî nîşan didin û balê dikşînin ku bi fiyeta ku Euro bi 4.57 lire buye, Peyman çêkirine, lê niha Euro buye 11 lire û nîv. Rayedaran jî li hember kêşeyên xwe bêdeng kirine. Lê divê aliyên berpirs demildest çareserî bibînin.”
Jûra Yekîtiya Dermanvanan jî bi daxuyaniyekî ragihandin ku tu berpirsyariya wan di peyda nebûyîna dermanan de nîn e û ew jî wek xizmetkarên tenduristiyê hewlan didin. Lê divê brayedarên dewletê û aliyên ku tenduristiyê wek bazirganî dibînin, vê kêşeyê çareser bikin.
Dermanvan Buşra Yildiz jî tîne ziman ku her sal di dawiya salê de, çend cure derman nedihatin peyda kirin û di nav 1-2hefteyî de dîsa çareser dibû; lê îsal dermanên nexweşînên sermayê û zarokan di serî de dermanên serekî, nayên peyda kirin û ew jî gelek caran bi bertek û nerazîbûnan re rûqal dimînin.
Dermanvan Buşra Yildiz dibêje: “Teqrîben 3 meh e di destên dermanvanan û li dermanxana dermanên zarûrî nayên peyda kirin. Yanî dermanê sermaye û antibiyotik nayên peyda kirin. Van dermanan heger di wexta xwe de neyên bikaranîn, dibe ku nexweş tuşî encamên gelek xeternaq werin. Nexweş tên bo me bertek nîşan didin, lê tiştekî ji destên me jî nayê û em her carê wê îzahatê dikin. “
Dermanvan û saziyên tenduristiyê jî bi daxuayniyan bang û daxwaz dikin ku rayedarên hikumetê û wezareta tenduristiyê, pirsgirêkê çareser bike û raya giştî jî agahdar bike.