Li Belarusê çawa bazirganî bi koçberan tê kirin

Aliyê veşartî yê rewşa koçberan nîşan dide ku çawa bi wan bazirganî tê kirin

Koçber li ser sînorê têlbendkirî yê navbera Belarus û Polanda, wêne: AFP
Koçber li ser sînorê têlbendkirî yê navbera Belarus û Polanda, wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Rojnameya New York Times a Amerîkî raportek li ser rewşa koçberên li Belarusê belav kir û behsa wê yekê dike ku tevî lêdan û êşkencekirina koçberan li ser sînorê Belarusê, qaçaxçîtiyeke mezin pê tê kirin.

Li gor raporta rojnameyê, grûpeke komando li Lîtwanyayê bi dar û demançeyên elektrîkî, li koçberan dane û ji wan re gotine: “Mafê we tune ye ku hûn werin welatê me, hûn welatê me qirêj dikin.” Ev gotin ji zarê koçberekî hatiye wergirtin ku ji rojnameyê re axiviye.

Hêza komando telefonên koçberan ji wan standine û gef li wan xwarine ku nabe biçin sînorê Lîtwanyayê, egerna dê zêdetir li wan bidin.

Koçberekî diyar kiriye ku hotelek bi xizmetên herî kêm li paytexta Belarusê ji bo her şevekê 100 dolar ji koçberan werdigre ji bo ku wan nedin polîsan, ji ber bidawîbûna dema vîzeya wan, dibe ku werin desteserkirin.

Belarus vîzeyê dide koçberan û wan dişîne ser sînorê Polandayê, lê belê ti rêyeke derbasbûnê tune ye û demeke dirêj li ser sînor dimînin, dema ku wextê vîzeya wan bi dawî dibe, an desteser dike, an jî divê gelek pere bidin ji bo dirêjkirina dema vîzeya xwe, ev jî weke bazirganiyeke din tê dîtin ku ew welat bi koçberan dike.

Polîsê Belarusê zorê li koçberên Kurd dike, da ku ber bi sînorê Polandayê biçin, koçberek jî 6 hezar dolar xerc kirine heta ku gihîştiye Belarusê û niha jî ti rêyeke derbasbûnê tune ye bo Ewropayê, çimkî Yekîtiya Ewropayê hişyarî daye welatan, ji ber ku Belarus mijara koçberan kiriye siyasî, ti koçberekî wernegirin.

Koçberek jî dibêje: “Belarus, Polanda û Lîtwanya bi koçberan dilîzin.” Herwiha eşkere dike ku telefon û pereyên wan ji wan distînin û êşkence dikin, daxwaz jî dike ku ti kes vê rêyê neceribîne.