NY: Rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê karesatbar e

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li welatê Belarusê ragihand; rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê karesatbar e û pêşbînî dikin ku rewş xirabtir bibe.

Hewlêr (K24) – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li welatê Belarusê ragihand; rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê karesatbar e û pêşbînî dikin ku rewş xirabtir bibe.

Nûnerê Komîsyona Karûbarên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand: “Ez di wê baweriyê de me ku rewş karesatbar e, roj bi roj xirabtir dibe, loma divê em tiştekî bikin.”

Herwiha diyar kir: “Me gelek zû karê xwe kir, da ku alîkariya mirovî bi rêya Xaça Sor heta çend rojan bidome û bigihînin xizmeta koçberan, heta çend rojên din jî berdewam bibe.”

Nûnerê NYê destnîşan kir ku ew naxwazin kampeke mayînde li wê deverê hebe.

Ev gotinên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî di demekê de ye ku bi sedan xortên Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê çend qaçaxçiyan ve hatine xapandin û ew gihandine sînorê welatên Belarus, Lîtwanya û Polandayê û niha di rewşeke gelek hestyar a mirovî de ne û ji ber rewşa hewaya sar û reftara xirab a pasevanên sînor ên wan welatan û têlbendkirina sînoran, rewşa wan gelek xirab e û karvedanên navdewletî li pey xwe anîne.