Mesrûr Barzanî: Ez ligel hevbeşên me di pêwendiyê de me û ji bo selametiya penaberên Kurd dixebitim
Mesrûr Barzanî: Ez ligel hevbeşên me di pêwendiyê de me û ji bo selametiya penaberên Kurd dixebitim

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li ser rewşa koçberên Kurd ên li sînorê Belarus û Polandayê nîşan da û ragihand ku başkirina rewşa wan, berpirsyariya hevbeş a her kesî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Gelekî nîgeran in ji ber rewşa welatiyên me û hemû ewên li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê ne.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Başkirina rewşa wan, berpirsyariyeke hevbeş a me hemûyan e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Ew ji aliyê qaçaxçî û bazirganên mirovan û çend torên derveyî ve hatine xapandin. Ez ligel hevbeşên me di pêwendiyê de me û ji bo dilniyabûna li ser ewlehî û selametiya wan welatiyên me dixebitim.”