430 koçber ji Belarusê vedigirin Herêma Kurdistanê

Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengî ligel Wezareta Derve ya Iraqê hewla çareseriya pirsgirêka koçberan dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro danê êvarê 430 koçberên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Belarusê bigihin Hewlêrê.

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêmê bi hevahengî ligel Wezareta Derve ya Iraqê hewla çareserkirina pirsgirêka koçberan dane.

Diyar kir jî, li ser rasperdeya Serokwezîrê Iraqê komîteyek ji her du aliyan hat pêkanîn û Nûnerê Fermangeha Pêwendiyên Derve pêşniyaz kir, firokeye ji bo vegera koçberan bê terxan kirin.

Amaje bi wê jî da, koçberên ku dixwazin vegerin, navê wan hatin tomarkirin û heta niha zêdetir ji 460 koçberan navên xwe ji vegerê tomar kirine.

Li gor wê malperê, biryar e îro demjimêr 6ê êvarê firokeyek bi 430 koçberan ji Belarusê bigihe Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, piştre ew firoke berê xwe bide Bexdayê.

Diyar kir jî, ji bo karasanî di pirsa nebûna paseportan, vîza û paseportên bi ser çûne de, tîmek ji wê komîteya dualî û ji Balyozxaneya Iraqê li Rûsyayê gihîştiye Belarusê.

Koçberên ku îro bigihin Herêma Kurdistanê, dê ji aliyê tîmeke Fermangeha Pêwendiyên Derve û hin aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî li wan bê kirin.