Mesrûr Barzanî: Ez ji ber vegera bi selametî ya welatiyên me kêfxweş im

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em berdewam dibin di xebata ligel hikûmeta federalî û hevbeşên me de ji bo anîna hemû wan kesên dixwazin vegerin mala xwe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em berdewam dibin di xebata ligel hikûmeta federalî û hevbeşên me de ji bo anîna hemû wan kesên dixwazin vegerin mala xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê kêfxweşiya xwe ji ber vegera hejmarek koçberan nîşan da û got: “Ez kêfxweş im ji ber vegera bi selametî ya welatiyên ku li sînorê navbera Belarus û Polandayê asê mabûn. Çîrokên wan alîkariya hewldanên me dike ji bo dubarenebûna vê rewşê.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Em berdewam dibin di xebata ligel hikûmeta federalî û hevbeşên me de ji bo anîna hemû wan kesên dixwazin vegerin mala xwe.”

Di beşeke din a twîtê de hatiye eşkerekirin: “Ez spasiya karmendên balafirgeh û aliyên pêwendîdar ên hikûmet û rêxistinên nehikûmî û xwebexş dikim ji ber hêsankariya wan a ji bo vegerandina welatiyên me.”