Nexweşiyên zarokan li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde bûne

Diyarbekir (K24) – Bi taybet bi destpêkirina werzê sermayê re, li bajarên bakûrê Kurdistanê, naxweşînên zarokan gelek zêde bûne. Li gor agahiyên ku ji aliyê pizîşkên zarokan ve hatine ragihandin, li nexweşxaneya zarokan a Diyarbekirê rojane 2 hezar zarok serdan dikin. Pispor jî balê dikşînin ku bi sar buyîna hewayê re, nexweşînên grîba zêde dibin û di ser kapasîteya nexwexaneyan de rojane nexweş çê dibin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, nexweşînên zarokan bûye kêşeyeke serekî. Dayîk û bav tînin ziman ku zarok bersîva tedawiyan jî nadin û her carê xwe li nexweşxaneyan dibînin. Li gor agahiyên dawî li nexweşxaneya zarokan a Diyarbekirê rojane 2 hezar, li nexweşxaneya zarok a Rihayê 4 hezar, li farqîna navçeya Diyarbekirê jî rojane hezar kes diçin nexweşxaneyan.

Pisporê nexweşînên zarokan Mistefa Mesûd Kaya da da zanîn ku bi taybet şovbeyên îsal li ser zarokan bandor dikin û vebûyîna kreş û dibîstana jî sedemeke belavbûn û zêdebûna nexweşînên grîbalê ku zarokan nexweş dike. Kaya hişyarî da malbata ku divê zarokên diçin dibîstanan zêde bi yên li malê re temas nekin û xwarin û vexwarina zarokan divê bihêz bikin.

Pizîşkê Zarokan Mistefa Mesûd Kaya ji K24ê re got: “Bi hatina sermayê re, nexweşînên şovbeyê jî zêde dibin. Nexweşînên gribal jî yek ji wan nexweşîna ye. Bi taybet divê xwarinên baş bidin zarokan û tiştên ku vîtamînên wan temam bikin bidin wan. Heta dikarin divê ji ciyên girseyî dûr bisekinin, zarokên diçin dibîstana û krêşan jî divê bi zarokên li malê re zêde temas nekin. Dîsa yên ku nexweşbin divê neşînin dibîstanê da ku  zarokên din nexweş nekin. Divê beriya ku rewşa zarokan xirab bibe bibin doktor da ku zûtir baş bibin.”

Welatî jî ji ber nexweşînên zarokan her hefte dûbare diçin nexweşxaneyan û radigihînin ku ji ber nexweş zedene doktor jî nikarin bi başî zarokan tedawî bikin.

Nuredîn Buyrûk tîne ziman ku hevjîna wî carekî zarokê wan aniye nexweşxanê lê baş nebûye û îro karê xwe hiştiye û zarokê xwe dubare aniye nexweşxanê.

Nuredîn Buyrûk dibêje: “Gedê min 2 salî û nîv e, wê rojê me anîbû nexweşxaneyê, nesaxiya wî derbas nebû û vedireşe, nava wî diçe û agirê wî heye. Ev car duyem e ku em tînin nexweşxaneyê. 3 roj e me dermanên ku dabûnêkê dayê lê baş nebû û doktor îlacên nû daye ku baş nebe emê dîsa bînin.”

Bayram Dax jî bavê 2 zaroka ye û tîne ziman ku herdû zarokên wî nexweş in û dermanên ku didin jî zarokan sax nakin.

Bayram Dax diyar dike: “Ev hefteyekiye zarok nexweşin, em tên nexweşxaneyê û diçin. Zêde pê re eleqerder nabin. Em tên tahlîlan dixwazin em didin, derman didin, lê bi kêrî sax kirine nayên. Em jî diçin û tên.”

Sazyên tenduristkaran jî balê dikşînin ku nexweşîn zêde bûne û tenduristkarên xizmet didin jî di bin bar û zextên giran de ne. Daxwaz jî dikin ku hêjmara tenduritkaran bê zêdekirin da ku bikaribin bi baştirîn xizmeta tenduristiya gel bikin.