Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 293 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 293 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 151 kes li Hewlêrê, 59 kes li Silêmaniyê, 44 kes li Duhokê, 6 kes li Helebce, 21 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 315 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 372125

Mirin: 6774

Başbûn: 358642

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.