Li Herêma Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 358 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 358 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 135 kes li Hewlêrê, 75 kes li Silêmaniyê, 126 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê û 13 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 539 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 372963

Mirin: 6804

Başbûn: 359739

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.