Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî kir
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, pêşvebirina ezmûna pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê de hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16/12/2021ê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, pêşvebirina ezmûna pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê, pêşxistina kultura lêborînê, miyanrewî, rûbirûbûna tundrewiyê û çareserkirina arîşeyan bi riya diyalogê û hevtêgihîştinê hatin kirin.