Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesan bi Korona canê xwe ji dest dan
Ji ber nebûna testên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê, 40 roj in amar nedihatin ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 37 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37072 kesan, ji wan 2510 kes baş bûne û 1487 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Ragihandina van amarên nû yê Koronayê li Rojavayê Kurdistanê piştî wê yekê tê, ji 10 ê Mijdara borî ve testên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê nemabûn û di vê heyamê de jî ti amar nehatibûn ragihandin.