Li Herêma Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 119 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 119 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 36 kes li Hewlêrê, 39 kes li Silêmaniyê, 43 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 9 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 220 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 379774
Mirin: 7069
Başbûn: 370159
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.