Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 haletên pêketinê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 20 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 1 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûye

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37116 kesan, ji wan 2513 kes baş bûne û 1489 kesan jî canê xwe ji dest dane.