Hewlêr.. Navendên vaksînkirinê di betlaneya sersalê de dê vekirî bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê ragihand, navendên vaksînkirina li dijî vîrûsa Koronayê dê di cejnên sersalê de jî vekirî bimînin.

Tenduristiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji bo xizmetkirina welatiyên xwe û bêparnebûna wan ji vaksînan, tîmên me dê di cejnên sersalê de xebatên xwe li navendên vaksînkirinê bidomînin.”

Got jî: “Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê welatî agahdar kirine ku di rojên cejnên sersalê de proseya vaksînkirinê dê li navendên tenduristiyê dê berdewam be û yên bixwazin jî dikarin vaksînê werbigirin.”

Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê bang li welatiyan jî kir, li gel girtina tedbîrên xweparastinê, serdana navendên vaksînkirinê jî bikin.

Fly Erbil Advertisment