Li Herêma Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin û diyar kir, 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 99 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 5 kesan canê xwe ji dest dane û 162 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 380275
Mirin: 7093
Başbûn: 371176
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.