Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

76 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 76 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 76 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 32 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 211 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 85 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 54 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 5 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 380351

Mirin: 7099

Başbûn: 37387

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.