Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 184 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 184 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 32 hezar û 176 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 184 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 23 hezar û 104 kes baş bûne.