Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 64 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 64 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 64 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 15 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 22 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 2 kes jî li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 104 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 60 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 19 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 380807

Mirin: 7113

Başbûn: 372231

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.