Li Herêma Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 213 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 213 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 66 kes li Hewlêrê, 103 kes li Silêmaniyê, 38 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce û 4 kes Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha 142 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 381329
Mirin: 7127
Başbûn: 372575
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.