Li Tirkiye û Bakur nêzîkî 55 hezar kes bi Koronayê ketin

Di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 137 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 137 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 54 hezar û 724 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 137 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 26 hezar û 561 kes baş bûne.