Hikûmeta Brîtanyayê karta vaksînê ya Herêma Kurdistanê qebûl dike

Êdî welatiyên Herêmê dikarin bi karta xwe ya vaksînê serdana Brîtanyayê bikin.

null
null

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Brîtanyayê karta vaksînê ya Herêma Kurdistanê qebûl dike û êdî welatiyên Herêmê dikarin bi karta xwe ya vaksînê serdana Brîtanyayê bikin.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê, êdî karta vaksînê ya Herêma Kurdistanê tê qebûlkirin û ev biryar dê ji 10ê Çileya 2022yan ve bikeve warê cîbicîkirinê.

Welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê di dema gihîştina wan bo Brîtanyayê de ji wan tê xwestin ku karta xwe ya vaksînê nîşan bidin.

Malpera hikûmeta Brîtanyayê eşkere kiriye; ew sê cûreyên vaksînê; Sinopharm, Pfizer û Astrazeneca ku li Herêma Kurdistanê li ber dest in, ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve hatiye pesendkirin.

Fly Erbil Advertisment