Wezareta Tendirustiyê: Kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Di 24 demjimêrên borî de 321 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 321 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 321 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 88 kes li Hewlêrê, 190 kes li Silêmaniyê, 38 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes jî li Raperînê ye.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de kesekî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 134 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 55 kes li Hewlêrê, 36 kes li Silêmaniyê, 37 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 5 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 381918
Mirin: 7133
Başbûn: 372841
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.