Li Brezîlyayê yekem haleta mirina bi Omicronê hat tomarkirin

Hikûmeta Brezîlyayê ragihand; welatiyekî 68 salî bi cûreya Omicron a Covid-19ê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Brezîlyayê ragihand; welatiyekî 68 salî bi cûreya Omicron a Covid-19ê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyaritên medyaya Brezîlyayê, ew welatî sê car vaksîna li dijî Koronayê wergirtiye, lê nexweşiyên wî yên demdirêj hebûne.

Mirina pêketiyê Omicronê di demekê de ye ku duh Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; 5 haletên cûreya Omicronê li Duhokê hatine tomarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ji ber derketina Omicronê li Herêma Kurdistanê, nîgeraniya xwe nîşan da û ji welatiyan daxwaz kir ku bi rêkarên xweparêziyê pabend bin û vaksînê werbigrin.

Fly Erbil Advertisment