Li Herêma Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 162 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 1 kesî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 162 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 50 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê û 58 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 1 kesî canê xwe ji dest daye. Herwiha 71 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 382452

Mirin: 7138

Başbûn: 373033

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.