Li ser sînor teqîn: 3 serbazên Tirkiyê canê xwe ji dest dan

Li ser sînorê bajarê Rihayê, bombeyeke destçêkirî teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand; li ser sînorê bajarê Rihayê, bombeyeke destçêkirî teqiya û 3 leşkeran canê xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku li xeta sînor a navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê di roja 8ê Çileya 2022yan de bombeyeke destçêkirî teqiya.

Hat ragihandin ku leşkerên bi navên Murat Alyakut, Ertugrul Ulupinar û Enes Koç jiyana xwe ji dest dane.