Amarên vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa Koronayê ragihand in. Li gor amaran jî, hejmara pêketina bi Koronayê gelekî kêm bûye.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 kesan bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiyê, di 24 demjimêrên borî de, ti kesekî bi koronayê canê xwe ji nedaye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37266 kesan, ji wan 2516 kes baş bûne û 1514 kesan jî canê xwe ji dest dane.