Li Tirkiyê 74 hezar û 266 kes bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 137 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 137 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 11ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 74 hezar û 266 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 137 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 39 hezar û 226 kes baş bûne.