Li Tirkiyê 145 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12yê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 145 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12yê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 77 hezar û 722 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 137 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 42 hezar û 573 kes baş bûne.