Serok Barzanî: Her çi pêwîst be ji bo parastina welatiyan divê were kirin
Serok Barzanî derbarê rewşa welatiyan di lehî û kombûna avê de pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê re kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa welatiyên û rabûna lehiyê de, pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê kir û ragihand, her çi pêwîst be ji bo parastina welatiyan divê were kirin.
Li gor daxuyaniyeke Parêzgarê Hewlêrê, Serok Barzanî îro di pêwendiyeke telefonî de bi Parêzgarê Hewlêrê re, rewşa welatiyan û cihên ku ketine ber barîna barana dijwar şopand.
Serok Barzanî tekezî li wê kir, her çi ji bo parastina welatiyan pêwîst be, divê aliyên pêwendîdar û dezgehên hikûmî di zûtirîn dem de bikin.
Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Hewlêrê rewşa cihê baran lê zêde bariye û welatiyên rastî zehmetiyan hatine ji Serok Barzanî re ronî kir û behsa proseya hawarhatinê û tîmên xizmetguzariyê kir.
Parêzgarê Hewlêrê tekez kir jî, tevahiya sazî û aliyên pêwendîdar ji bo parastina jiyan û malên welatiyan di amadebaşiyê de ne û her çi pêwîst be dikin.
Parêzgarê Hewlêrê ragihand jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji sibê zû ve bi wî re li ser xetê ye ji bo encamdana her alîkarî û hevkariyekê ji welatiyan re.