Duhok ji bo rûbirûbûna pêla çarem a Koronayê amadekarî dike
Proseya wergirtina vaksînê, ji aliyê welatiyan ve bi awayekî baş pêşwazî lê tê kirin.
Duhok (K24) – Rêvberiya Tendirustiya Duhokê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û rûbirûbûna pêla çarem a cûreya Omicron a vîrusa Koronayê, amadekariyan dike.
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê ragihand; proseya wergirtina vaksînê, ku dibe sedema rêgirtina li vê vîrusê, ji aliyê welatiyan ve bi awayekî baş pêşwazî lê tê kirin.
Duhok yekem parêzgeha Herêma Kurdistanê ye ku cûreya Omicron a vîrusa Koronayê lê hat tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî beriya niha di peyamekê de ragihand; destpêka pêla çarem bi awayekî bihêz û bilez ji nexweşiya vîrusa Koronayê û cûreya Omicron, dest pê kiriye.
Dr. Saman Berzincî eşkere kir: “Divê rêkarên xweparastina takekesî were zêdekirin,s li xwe û malbat û zarokên xwe miqate bin. Rêkara herî girîng wergirtina vaksînê ye tevî bikaranîna maske û dûrketina civakî û dûrketina ji cihên qerebalix.”