Mehdî Eker ji bo hilbijartina dersa Kurdî bang li welatiyan kir

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker bi rêya K24ê ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî bang li welatiyan kir.

Diyarbekir (K24) – Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker bi rêya K24ê ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî bang li welatiyan kir û got: “Dem dema hilbijartina dersên Kurdî ye, serlêdanê bikin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo sala perwerdehiyê ya 2022-2023yan dema hilbijartina dersên bijarte, ku zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) jî di nav wan dersan de heye, roja 3ê Çileyê dest pê kir û heta 21ê Çileyê didome.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker li Diyarbekirê ji K24ê re ragihand: “Hefteya borî ez li vê derê bûm, min di civînekê de bang kir û min ji hemwelatiyên xwe re got, dem dema hilbijartina dersên Kurdî ye, serlêdanê bikin.”

Mehdîker destnîşan kir; eger 10 zarok li dibistanekê serlêdanê bikin, ji wan re dê polek were amadekirin û got: “Hikûmeta me çend salê berê ev qanûn derxistiye, em dixwazin ku hemwelatiyên me vê îmkanê bi kar bînin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin.”

Li ser mijara ku par tenê 3 mamoste ji bo zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hatibûn tayînkirin û ji bo îsal Mehdî Eker eşkere kir: “Hêviya me îsal gelek zêde bibe.”

Mehdî Eker diyar kir; ew dixwaze bi rêya Kurdistan24ê bang li welatiyan bike û got: “Divê em zimanê xwe winda nekin û em zimanê Kurdî hîn bibin û pêş bixin.”