Li Herêma Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 500 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 500 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 130 kes li Hewlêrê, 65 kes li Silêmaniyê, 299 kes li Duhokê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan. Herwiha 67 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 387363

Mirin: 7160

Başbûn: 373727

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.