Li Duhokê hejmarek ji zarokan bi vîrûsa Omicronê ketine
Rêveberê nexweşxaneyekê jî dibêje, rewşa zarokan cîgir e, lê egere rewş wiha dewam bike, dê amar metirsîdar bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Duhokê hejmara pêketiyên bi vîrûsa Omicronê zêde bûne û hat diyar kirin ku di nava wan de hejmarek zarok jî hene. Rêveberê nexweşxaneyekê jî dibêje, rewşa zarokan cîgir e, lê egere rewş wiha dewam bike û welatî pabendî rêkarên xweparêziyê nebin, dê amar metirsîdar bin.
Rêveberê nexweşxaneya Hêvî ya zarokan li Duhokê Dr. Nîzar bekir ji K24ê re got: Niha nexweşxaneya me bi zarokên nexweş tijî bûye, lê belê ne hemû hilgirên vîrûsa Omicronê ne, ji ber hin cureyên din ên vîrûsan belav bûne.”
Dr. Nîzar bekir got jî: “Rewşa zarokên ku hilgirên vîrûsa Omicronê bi giştî baş e, hejmarek kêm jî di bin çavdêriya hûr de ne.”
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Dr. Efrasiyab Mûsa ji K24ê re ragihand, “Li gor raportên bijîşkî, rêjeya pêketina zarokan bi vîrûsa Omicronê li piraniya welatan zêde bûye, tirsa me jî ew e li vir em bigihin wê qonaxê, ji ber wê em daxwazê ji dê û bavan dikin, haje zarokên xwe hebin û rêkarên xweparêziyê bigirin.”
Roja 6/1/2022an pêketiya 5 kesan bi vîrûsa Omicronê li Duhokê hat ragihandin, piştî rojekê jî 2 haletên pêketina zarokan jî hatin tomarkirin.