Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 8 kesên din bi Koronayê ketine.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 3 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane. Li Hemberê jî ti haleteke başbûna ji vê nexweşiyê nehatiye tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37289 kesan, ji wan 2519 kes baş bûne û 1519 kesan jî canê xwe ji dest dane.