Du mamosteyên Kurdî di karên înşaatan de kar dikin

Bang li malbatên Kurd dikin, ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.

Stenbol (K24) - Du xortên Kurd ên Diyarbekirî ku ji Beşa Wêje û Zimanê Kurdî derçûne lê ji ber ku wek Mamosteyê Kurdî tayîna wan li dibistanan nehatiye kirin ew her du mamosteyên Kurdî li Stenbolê di înşaatan de karkerî dikin. Her du gênc bang li malbatên Kurd dikin ku bila zarokên wan dersa bijarte ya Kurdî li dibistanan hilbijêrin, daxwaza bo bijartina Kurdî çiqas zêde bibe tayînkirina wan jî dê zêdetir bibe.

Di nava avahiyên bilind de gelek karker hene ku ji beşa mamostetî û ji beşên cuda yên zanîngehê derçûne. Yek ji wan karkeran jî mamosteyê Kurdî Nûman Yucel e.

Nûman Yucel li Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê 4 sal berê ji Beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî derçûye lê ji ber ku wek Mamosteyê Kurdî nehat tayînkirin, niha ew li Stenbolê di înaşatê de dixebite.

Mamosteyê Kurdî Nûman Yucel ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku tayîna me nehat kirin ez û gelek hevalên wek min şûna mamostetî kar û xebatên ne bi dilê xwe dikin. Ev rewşeke ne xweş e û ji bo me pirsgirêk e. 20 sal me mekteb xwend, beşeke wek Edebiyat û Zimanê Kurdî me qedand û niha di înşaatê de dixebitin ev ji bo me xemginiyeke mezin e. Ez dixwazim bila malbat û xwendevanên Kurd dersa bijartî ya Kurdî hilbijêrin da ku ev hejmara tayînkirina mamosteyan zêde bibe. Û ewrên reş ên li ser mamosteyên zimanê Kurdî bila belav bibin.”

Hecî Îbrahîm Aydin jî wekî hevalê xwe Nûman beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî qedandiye lê ji ber tayîna wî nehatiye kirin li Stenbolê di înşaatê de kar dike.

Mamosteyê Kurdî Hecî Îbrahîm Aydin jî destnîşan dike: “Em bang li hemû Kurdan dikin ku bila xwedî li zimanê Kurdî derkevin, çi zaravayê Kurmancî, çi zaravayê Zazakî be. Çimkî ev zimanê me ye. Mîna min û Nûman gelek hevalên me hene ku beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî qedandine, lê ji ber tayîn nayê kirin di înşaat û kertên cuda de kar dikin. Çi Kurmancî, çi Zazakî qed ferq nake bila dê û bavên Kurd herin dersa Kurdî hilbijêrin. Jixwe metirsiyeke mezin li ser Zazakî heye ku kêm pê tê axaftin û eger pê neyê axaftin û fêrkirin ji dara Kurdî dê şaxekê bişkê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî sala 2012an zaravayên Zazakî û Kurmancî yên zimanê Kurdî wek derseke bijarte li dibistanên fermî heftê 2 saet tê dayîn. Heta niha tenê 115 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.

Hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî Kurmancî û Zazakî di 3ê mehê de dest pê kir û heta 21ê vê mehê jî wê berdewam bike.

Eger daxwazên bo bijartina dersa Kurdî zêde bibe ev yek dê bibe wesîleya zêdekirina hejmara tayînkirina mamosteyan û mamosteyên wek Îbrahîm û Nûman ne di înşaatan de di dibistanan de karê xwe yê esasî mamostetiya Kurdî dê bikin. 

Fly Erbil Advertisment