Li Herêma Kurdistanê 1520 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1520 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1520 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1520 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 766 kes li Hewlêrê, 331 kes li Silêmaniyê, 368 kes li Duhokê, 15 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 4 kes li Silêmaniyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 140 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 50 kes li Hewlêrê, 78 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Amarên giştî:
Pêketin: 391421
Mirin: 7171
Başbûn: 374099
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.