Li Silêmaniyê 42 haletên pêketina bi Omicronê hatin tomarkirin
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê: Ew hemû pêketî li nexweşxaneyan e û rewşa wan cîgir e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, 42 haletên pêketina bi vîrûsa Omicronê hatin tomarkirin.
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê Saman Letîf ji K24ê re ragihand, 42 haletên pêketina bi vîrûsa guhartî “Omicron” hatin tomarkirin.
Saman Letîf destnîşan kir, ew hemû pêketî li nexweşxaneyan e û rewşa wan hemûyan cîgir e.
Cara yekem ku haletên pêketina bi vîrûsa Omicronê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, roja 6/1/2022an li Duhokê bû ku 5 hati hatin tomarkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berî çend rojan ji ber derketina haletên Omicronê li Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe nîşan dabû û ji welatiyan daxwaz kir, bi rêkarên xweparêziyê pabend bin û vaksînê werbigrin.
Rayedarên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) derbarê vê vîrûsa guhartî de radigihînin; Omicron gelek bilez belav dibe, lê belê eger vaksîn hatibe wergirtin, dibe ku gelek xeternak nebe.